Hesekê-Di êrişa li ser karkgeha blokan de 2 karker birîndar bûn

Balafira bêmirov a dagirkeriya Tirkiyê li Hesekê karkeha blokên avahîsaziyê kir armanc.

Balafirên bêmirov ên Tirkiyê beriya du saetan kargeha blokên avahîsaziyan ya li taxa Sifeya ya Hesekê kir armanc.

Di encamê de du karker bi sivikî birîndar bûne û niha li nexweşxaneya bajêr tên dermankirin.

Di encamê bomberanê de zirarên madî gihîşt kargehê.

Back to top button