NY: Malbenda diyaloga siyasî ya Lîbî destpêka sibatê li Siwîsreyê li dar dikeve

Berdevkê NY Stefan Dujarric ragihand ku Malbenda Diyaloga Siyasî ya Lîbî dê destpêka Sibatê li Siwîsreyê li dar bikeve.

Stefan Dujarric da xuyakirin ku, tê payîn li ser erkên Meclisa Serokatî ku ji 3 endaman pêk tê, her wiha li ser kursiya serokwezîr dengdan pêk were.

Dujarric diyar kir ku desthilata cîbicîker a demkî, dê heya lidarketina hilbijartinên giştî, welat bi rê ve bibe.

Berdevkê NY da zanîn ku nûnera taybet a sekreterê giştî li Lîbyayê Stephanie Williams dê birêvebirina Malbenê bike.

Îmarat: Em amade ne ji bo çareeseriyê digel amerkîkayê hevkar bin

Hikûmeta Îmaratê jî amadebûna xwe ji bo hevkariya digel Meclisa Ewlekariya Navneteweyî û rêveberiya Amerîkî ragihand ku çareseriyeke aştiyane bo aloziya Lîbyayê peyda bikin.

El-Mismarî: Çeteyên li Lîbyayê hewl didin ku baregeha şandeya NY biteqînin

Li aliyekî din, berdevkê artêşa Nîştimanî Ehmed El-Mismarî anî ziman ku, çeteyên li Lîbyayê bi armanca têkbirina hewldanên çareseriyê, plan dikin ku baregeha şandeya NY ya li Terablusê biteqînin û artêşa Nîştimanî pê tawanbar bikin.

Back to top button