Cemîl Bayik: Rêber Apo bi paradîgmaya nû komplo vala derxist

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya nû, pêngava navneteweyî vala derxist, ji bo wî jî hêzên komploger niha dixwazin komployê nûjen bikin. Cemîl Bayik li dijî komploya nû û tecrîda li ser Rêber Ocalan bang li gelê Kurd, taybet jî siyasetmedar û rêxistinên Başûrê Kurdistanê kir ku li Rêber Ocalan xwedî derkevin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyek taybet a televîzyona Sterk TV de mijarên rojevê nirxand.

Cemîl Bayik bi boneya nêzîkbûna komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo taybetî li ser vê mijarê sekinî.

Ji ber vê yekê, Cemîl Bayik diyar kir ku hêzên komploger ji bo encam bigirin, xwestin komployê nûjen bikin.

Cemîl Bayik da zanîn ku ji ber Rêber Apo armanca komployê fêm kir, paradîgmayekî nû bi pêş xist.

Cemîl Bayik: Azadiya Rêber Apo bidawîbûna siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd e

Cemîl Bayik berxwedana Rêber APO wekî berxwedana gelê Kurd û ya mirovahiyê pênase kir û got:

“Îro li Ewropa, Afrîka û Asyayê, pêngavên azadiyê ji bo Rêber Apo bi pêş dikevin.”

Her wiha Cemîl Bayik bal kişand li ser xebata azadî ya fîzîk ya ji bo Rêber APO û azadiya wî wekî bidawîbûna qirkirina li ser gelê Kurd bi nav kir.

Cemîl Bayik: Divê siyasetmedar, partî û rêxistinên Başûr xwedî li Rêber Apo derkevin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di vê çarçoveyê de bang li gelê Kurd taybet jî siyasetmedar û partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li pêngava azadî ya fîzîkî ya Rêber Ocalan derkevin.

Back to top button