YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 8’ê Adarê li tevahî jinên ji bo azadiyê canê xwe fedakirine pîroz kir û got:”Em ê xwedî li nirxên civakê derkevin, weke YPJ bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna me dê li ser van rêgezan bi jiyanî bibe. Wê têkoşîna me îfadeya soza me be.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da.

YPJ’ê 8’ê Adarê li hemû jinên ku jiyana xwe ji bo doza azadiyê feda kirine pîroz kir û got:

Em her tim xwedî îdia bûn ku bibin hêza parêzvan a mafê jinan û azadiya jinan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê çêbû, êşên mezin dan jiyandin û wiha anî ziman:

Êşa herî mezin jî dayik, jin û zarok kişandin.

Îsal pêşwazîkirina 8’ê Adarê bi êşên mezin pêk hat.

Li pişt xwe bi hezaran qurbanî, birîndar û sêwî hiştin.

YPJ’ê diyar kir ku di roja îro de jin gîhaştin astekê bilind ku bi vê hêzê dikarin erk û berpirsyariyê bigirin.

Em wek YPJ’ê em ê roja 8’ê Adarê bi êşên qurbaniyan re jiyan bikin û helwestên me wê ji bo wan ev be ku, em parêzvanên edaleta civakê, siyaseta demokratîk, doza azadiyê ne. Em ê xwedî li nirxên civakê derkevin. Wê têkoşîna me îfadeya soza me be.

Herî dawî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê got:

Berxwedan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ji bo hemû jinên têkoşer ku li ber xwe didin bûye mînakeke bêhempa û îlhameke mezin. Em bi rihê têkoşîna gerîlayên YJA Star û jinên Rojhilatê Kurdistanê roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Wê bi pêşengiya jinên Kurd azadiya jinan gerdûnî bibe.

Back to top button