Li Xaneqînê serbazekî Iraqî jiyan xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Xaneqîn êrîşî artêşa Iraqê kirin.

Di encama êrîşê de serbazekî Iraqî jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Gulale ya navçeya Xaneqîn a Diyale êrîşî hêzên artêşa Iraqê kirin.

Têkildarê êrîşê Fermandarê Tûgaya Pênc a Pêşmergeyan Emîd Kemal Mehmud ê agahî dan û diyar kir ku li
gundê Qelay ê li herêma Şêx Bawe ya bi ser bajaroka Gulale, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî artêşa Iraqê kirin.

Piştî êrîşê di navbera her du aliyan de şer rû da, paşê çete ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Back to top button