Balafirên Rûsî bajarê Idlib û gundewarên wê armanc digire

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk piştî gundê Şêx Eqeyl li rojavayî gundewarê Helebê; Girê Til Raqim li Idlibê dagirker.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku çeteyên dewleta tirk dorpêça rejîma Sûrî ya li ser nuqteya çavdêriya Tirkiyê li Til Raqim, şikandin.

Her wiha balafirên Rûsiya û rejîmê gundê Cebel El-Zawiyê û gundewarên Seraqib topbaran dike.

Her wiha çavdêriyê diyar kir ku li gundewarê parêzgeha Şamê li bajaroka Zekiyê hin çeteyan êrîşî bendeka kontrolê ya rejîmê kirin. Heta niha derbarê encama êrîşê de Çavdêriya Sûrî ti agahî bidestnexistiye.

Back to top button