HPG’ê: Li Zap, Xakurkê û Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê li hêrêmên Zap, Metîna û Xakurkê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê eşkere kir ku di encama çalakiyan de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.Her wiha HPG’ê nûçeya medya şerê Taybet ya dewleta Tirk a darbarê ku li Mexmûrê operasyon kirine derew derxist.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 13’ê Îlonê tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran derb li hêzên dagirker yên li derdora çeperên şer yên Şehîd Aryen xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 12’ê Îlonê li Qada Şehîd Bêrîtan tîmên bi tevger yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 13’ê Îlonê tîmên bi tevger yên YJA Starê li Qada Girê Amediyê sîstemeke kamera ya çavdêriyê ku li derdora çeperên şer hatibû bi cih kirin rûxandin.

Dîsa heman rojê tîmên bi tevger yên YJA Starê li Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran xistin û di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obusan qadên gerîla bombebaran kirin.

HPG’ê: Nûçeyên Medya şerê taybet a dewleta Tirk ne rast in

Li aliyê din Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker a ku ji 14’ê Nîsanê ve encam ji tevgera dagirkeriyê ku destpêkiriye negirtiye, ji gerîla derbên giran dixwe û wiha got,

“Medya Şerê Taybet ya dewleta Tirk bi nûçeyên derew raya giştî ya Tirkiyê dixapîne û dixwaze têkçûna artêşa Tirk ya li hember gerîla ji rojevê bixîne.

Li ser vê bingehê medya şerê taybet îdia dike ku 2 kesên bi navê Hatîp û Arîa ku PKK’yî ne bi operasyoneke MÎT’ê li Memxûrê hatine girtin.

Ev nûçe bi temamî bê bingeh in. Kesên bi navê Hatîp û Arîa meha Tîrmehê xiyanet kirine, ji nava refên me reviyane û paşê jî bi rengekî radestî dewleta Tirk hatine kirin.”

Back to top button