Li Japonya 2 hefte baran: 6 kes mirin

Di demsala havînê de barana dijwar a ku dibare, bi xwe re ziyanên mezin tîne.
Li Japonya û Hindistanê ji ber lehî û şemitîna axê bêtirî 35 kesî mirin.
Her wiha li DYA, barîna zêde a li Eyaleta New Yorkê jiyan tevizand.
Ji ber barana zêde, maşîne li ber avê çûn.

Guherîna sîstema avhewa, li ser asta cîhanê bi awayekî eşkere tê hîskirin.

Di demekî ku gelek welat bi zuhabûnê re rûbirû mayîn de, li gelek welatan jî barana bi awayekî pir dijwar dibare.

Li Japonyayê 2 hefte ye barana bi bandor dibare bîlançoyekî giran li pey xwe dihêle.

Ji ber barana zêde û lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 6’an.

Li hindistanê felaketa lehiyê: 29 kes mirin

Hindistan jî berdêla barana dijwar dide.

Felaketa baranê li Hindistanê jî bi xwe re ziyanên mezin anî.

Rayedarên Hindistanê diyar kirin ku ji ber barana dijwar ya li bakurê welat herî kêm 29 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran hêjî xeteriya baran û lehî li ser welat dewame.

Li DYA ji ber baran dijwar jiyan tevizî

Li aliyê din li parzemîna Amerîkaya Bakur jî heman dîmen heye.

Ev der Eyaleta New York ê (Nîw York) ye.

Li vir barana dijewar rêyên li nava bajar veguherandine qenalên avê.

Maşîneyên li ser rê rawestiyîn jî li ber pêla avê ketin.

Vê yek jî bi xwe re ziyanên mezin anî.

Welatiyên li herêmê asê mayîn jî ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Di demsala havînê de li cîhanê lehî!

Back to top button