Şêniyên Dirbêsiyê şehîdê erka xweparastinê oxir kirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Siûd Xelef li goristana şehîd Cûdî oxir kir.
Şêniyên Til Hemîs jî bi merasîmekê 2 şehîdên erkaxweparstinê oxirkirin.
Şêniyan soz dan ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Siûd Mihemed Xelef dema li ser erka bû 9’ê Tîrmehê, li Hesekê şehîd bibû.

Şêniyên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Siûd Mihemed oxir kirin.

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê şehîd berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirêbsiyê Fatma Mihemed û ji fermandarên Hêzên Erka Xweparstinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Koçer axivîn:

Kesên axivîn behsa ferdakariyên şehîdan ên di oxira avakirina jiyana azad kirin û weha gotin:

“Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin şehîdan heta pêkanîna armancên wan em ê li ser şopa wan bin.”

Piştî xwendina wesîqeta şehîd, cenaze di nava tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

Li Til Hemîsê merasîma oxirkirina 2 şehîdan

Li navçeya Til Hemîs ya kantona Qamişlo jî merasîmên şehîdan hebûn.

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Beşîr El-Ubêd û Heyder Hîlal dema ku li Til Birakê li ser erka xwe bûn, 8’ê Tîrmehê şehîd bûn.

Şêniyên navçeyên Til Birakê û Til Hemîsê herdu şehîd bi merasîmekê oxirkirin.

Ji Fermandarên QSD’ê yê navçeya Til Birakê Demhat Hesekê û Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Weid El-Xilêwî soza şpandina rêya şehîdan da û gotin:

“Em bi saya fedakariyên şehîdan îro di nava ewlehiyê de dijîn.”

Dawiya merasîmê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

Li Kobanê 3 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxrikirin

Back to top button