Ji bo pêkanîna bendên lihevkirinê şandeyek Rûsyayê hate bi cih kirin

Rêbaza ku Rûsya ji bo Xûta, Heleb û hin herêmên din ê Sûrî bikar anî, niha li ser Derayê jî ferz dike. Lewma li vî bajarê jî di bin navê lihevkirinê de niha hewl tê dayîn ku hemû aliyên çekdar ji Dera derxînin an jî bê bandor bikin..

Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, şevê din komîteyên danûstandinê yên Dera û şandeya Rûsyayê li hev kirin.

Ji bo şopandina bicihanîna şertên peymanê, hêzeke Rûsyayê baregeheke xwe li nava Deryayê saz kir.

Di vê navberê de hat gotin, li Taxa Erbîn ji bo diyarkirina rewşa komên çekdar hewldan destpêkirin.

Balafirên Rûsyayê Başûrê Idlibê bombardiman kirin

Çavdêriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê deverên Kensefra, El-Fitêra, Eyn Laroz yên çiyayê Zawiyê ê li başûrê Idlibê bombardiman kirin.

Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran, ti agahî nehatin parvekirin.

Doh jî herêmên Bare, Keferêdîn, Şêx Sindiyan û derdora ên Idlibê û derdorê Kebane ya girêdayî Lazîqiyê 9 caran ji aliyê balafirên Rûsyayê ve hatin bombardimankirin.

Back to top button