Li dijî zextên PDK’Ê çalakiya gireva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er di roja xwe ya 62′ an de didome.
Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose êriş pêk hat û hate kuştin Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatin girtin.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 62 rojin di greva birçîbûnê de ne û rewşa wa ya tendirûstî xirabe.
Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê.
Partiya Komunîst: Divê daxwazên Dag û Er bên bicihanîn
Şandeyek ya rêxistina Hewlêrê ya Partiya Komunîst ya Kurdistanê serdana malbatên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er kirin, piştgiriya xwe ji daxwazên Dag û Er re nîşan dan.
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Mebenda Hewlêrê ya Partiya Komînîsta Kurdistanê Kurdo Salih jî di bersiva daxwazên malbatên Dag û Er de wiha got;
“Divê mafên wan weke yên girtiyan bên parastin, cihê lê mayînê ji bo wan bê dabînkirin û ewlekariya wan ya canî bê mîsogerkirin.”
Ji bo Dag û Er komîsyona hat avakirin
Piştî van serdana Serokê Desteya Mafên Mirovan a başûrê Kurdistanê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan ragihandin ku ji bo pêkanîna daxwazên Er û Dag wê komîsyoneke ji aliyê Wezîrê Karên Civakî yên Başûrê Kurdistanê ve komîsyonek hatiye avakirin.
Malbata Er û Dag serdana Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê kirin