Li bajarê Lûzern û Swîsreyê tecrîd hate şermezarkirin

Li Bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî li dijî Rêber Apo çalakiyek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Lûzern ê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de çalakiyek hate lidarxistin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê (CDK) Nûrşen Demîr di çalakiyê de axivî û got:

“Em îro ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber APO li hev civiyan.

Heta ku Rêbertiya me azad bibe, em ê li qadan bin.”

Siyasetmedar Mûsa Farîsîogûllarî jî destnîşan kir ku heta bidestxistina azadiya Fîzîkî ya Rêber APO ewê li qadan bin .

Di çalakiyê de Endama TCŞ’ê Hêvî Aydogmûş daxuyaniyek bi zimanê Almanî xwend û balkişand ser pêvajoya ku gelê kurd têre derbas dibin û wiha berdewam kir:

“Şert û merc çi dibin bila bibin,ji xeynî berxwedanê ti çare nîne.

Weke gotina Mazlûm Dogan, ‘Berxwedan jiyan e’. Em jî wek ciwanên Kurd heta Rêberê xwe azad nekin narawestin.”

Back to top button