Ji Waşîngton û Tokyo biryara xurtkirina hevkariya ewlekariyê

Tevgerên metirsîdar yên Koreya Bakur, Japonya û Amerîka hîn bêtir nêzî hev dike.
Di navbera Waşîngton û Tokyoyê de, biryara xurtkirina hevkariya ewlekariyê hate dayîn.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di çarçoveya geşta xwe ya Hind-Pasifîkê de, serdana Japonya kir.

Austin li wir bi hempîşeyê xwe yê Japonya Yasukazu Hamada re civiya.

Di hevdîtinê de metirsiya ewlehiyê ya Pyongyang û çalakiyên Çînê yên li herêmê û şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.

Austin piştî hevdîtinê got:

“Çalakiyên nukleerî û bernameya moşekî ya xeternak û bêîstiqrar a Koreya Bakur aştî û gefê li îstiqrara herêmê dixwe.”

Austin careke din anî ziman ku ew ji bo danûstandinan amade ne.

Her wiha êrişa Rûsya ya li ser Ukranyan jî wekî “hov û bê sedem” nirxand.

Japonya dixwaze qada hevkariyê mezin bike

Di hevdîtinê de Wezîrê Parastinê yê Japonê Hamada jî got;

Me ligel Koreya Başûr, Awustralya û Yekîtiya welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê li hev kirine ku hevkariyên ewlekarî yên di navbera her du welatan de kûrtir bikin.

Tevî vê, di warê şerê li dijî gefên li herêmê de têkiliyên nêzîktir bikin.

Hamada diyar kir ku ji bo hawirdora ewlehiye ya dijwar hewcedariya gelek hevkariye heye ü wiha got, “Me giringiya hevkariya ne bi tene ya di navbera Japonya.

Back to top button