DONALD TRUMP: SERDESTIYA ISRAÎLÊ LI SER COLANÊ ÎTÎRAF KIR

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li Koşka Spî bi awayekî fermî serdestiya Israîlê li ser Colanê îtîraf kir û belgeya fermî mohr kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro piştî hevdîtina bi serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu re, bi Netanyahu re civînek çapemeniyê ya hevbeş dan.

Trump got:

“Ji mafê Israîlê ye ku xwe biparêze”.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku her lihevkirinek an jî peymanek girêdayî aştiya Rojhilata Navîn divê mafê Israîlê di xweparastinê de hebe.

Wezareta Derve ya Sûriyê bersiva serweriya Îsraîlê ya li ser Colanê da û wek “Binpêkirina zagonên navdewletî” bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye ku Israîl ji şerê Hezîrana 1967’an ve derdora hezar û 200 km çar koşe ji Colanê ya Sûrî dagir kiriye.

Di gavekê de ku hîna civaka navdewletî pê îtîraf nekiriye.

Her wiha hîna derdora 510 km çarkoşe di bin serdestiya Sûriyê de ye.

Leave a Reply

Back to top button