Bedran Çiyakurd: Daxuyaniyên Lavrov Tirkiye û Îran li dijî Rêveberiya Xweser sor dikin

​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd bersiv da daxuyaniya Lavrov û diyar kir ku ev daxuyanî zemînekê ji bo sorkirina dewleta Tirk û Îranê li dijî Rêveberiya Xweser ava dike. Çiyakurd destnîşan kir ku neçareserkirina doza Kurd, wê karesatekê bi xwe re bîne û zirarê bighîne tekoşîna li dijî DAIŞ’ê .”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di civîneke çapemeniyê de gotibû “doza Kurd wê ji ber rêkar Amerîkayê li Sûriyê biteqe.

Lavrov îdia kir ku Amerîka hewl dide hikumeteke xweser a Kurdan li bakurê Sûriyê ava bike.

Derbarê vê mijarê de, ​​​​​​​Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran ÇiyaKurd, bersiv da Lavrov û piştrast kir ku ya herî baş ew e ku Rûsya rolekê di kêmkirina asta rageşiyê de bilîze û rê li pêşiya gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bilîze.

Çiyakurd anî ziman ku daxuyaniyên Lavrov ti zemînekê ji bo çareserî û aramiyê ava nake, lê belê zemînekê ji bo sorkirina Îran û dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ava dikin.

Bedran Çiyakurd dibêje:

“Neçareserkirina doza Kurd, wê karesatekê bi xwe re bîne.

Eger siyaseta redkirin û înkarê bidomin, ev wê bibe sedema teqîneke trajedîk li pêşiya pergalên zordest.

Her hevkariyeke neyînî bi Kurdan re, wê zirarê bigihîne têkoşîna li dijî terorê.

Ji aliyekî din ve, dê bibe mîna gotina “Zeytê berdin ser êgir” û siyasetên dijminahî û firehkirinê yên dewleta Tirk û Îranê li herêmê gur bike.

Çiyakurd gefên dewleta Tirk li dijî herêmê bi bîr xist û anî ziman ku eger Tirkiyê êrîş bike, wê kaxezan careke din li hev bixe û vegerin çargoşeya destpêkê û aloziya Sûriyê kûrtir bike.

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ji Koalîsyona Navneteweyî û Amerîkayê xwest ku helwesteke cidî û diyar girêdayî pêşeroja herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî ve nîşan bide, da ku keda wê û QSD’ê li dijî DAIŞ’ê vala neçin.

Back to top button