Ramî Ebdurehman: Tirkiye sedema sereke ya vejandina terora li Sûriyê ye

Serokê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR’ê Ramî Ebdurehman diyar kir ku civaka navneteweyî naxwaze pirsgirêka DAIŞ’yên girtî were çareserkirin û got: “Dewleta Tirk sedema sereke ya vejandina terora navneteweyî li Sûriyê ye. Ji ber vê yekê dive civaka navneteweyî vê pirsgirêkê çareser bike.”

20’yê Çileyê çeteyên DAIŞ’ê êrişê girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kirin.

Di vê girtîgehê de hezaran çeteyên DAIŞ’ê girtî bûn û hewldan ku wan birevînin.

Lê hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Asayîşê pêşî li vê êrişê girtin û planên wan têk birin.

Serokê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdurehman derbarê mijarê ji ajansa ANHA’yê re nirxandin kir .

Ramî Ebdurehman diyar kir ku êrişên şaneyên DAIŞ’ê di bingeh de xizmeta Tirkiyê dike û got :

“Ne tenê Tirkiye di heman demê de xizmeta Rûsya û Îranê jî dike.”

Ebdurehman têkildarî êrişên li ser girtîgeha Sînaa da zanîn ku zexta li ser herêmê gelekî giran e, dewlet naxwazin girtiyên xwe bibin û got:

“Ji ber vê yekê dive civata navneteweyî bizanibe ku bombeyeke li ber teqînê heye divê ev pirsgirêkê were çareserkirin.”

Ramî Ebdurehman: Divê civaka navnetewî ji vê bombeya li ber teqînê re çareyekê bibîn

Bi êrişên li ser girtîgeha Sînaayê re, hin rêxistinên ku îdiaya hiqûqê dikin gotin, divê zarok ji şerê li girtîgehê werin dûrxistin û ji bo parastina wan veguhêzin navendên ewle.

Li ser vê mijarê Ramî Ebdurehman got:

“Ji 2019’an ve, dema ku zarokên bi navê Eşbal El-Xîlafa ji bo girtîgeha Xiwêran hatin veguhestin, ev rêxistin li kuderê bûn?

Çima wê demê dengê xwe nekirin û niha dikin?

Helbet em jî dibêjin ku divê ji bo navendên din werin veguhestin da ku ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve neyên bikaranîn.”

Ramî Ebdurehman di dawiya axaftina xwe de got:

“Divê civaka navneteweyî li hemberî vê ”Bombeya li ber teqînê” helwesteke zelal nîşan bide, divê çareserîyê jê re bibîne.

Divê girtî vegerin welatên xwe û li wir werin darizandin, nabe li Sûriyê bimînin.”

Back to top button