Derhîner Zekeriya Efrîn bi derfetên xwe yên heyî û bi alîkariya çend hunermend û helbestvanan, dikarî belgefilmekî bi navê “Efrînê Evînê” li ser serpêhatiyên Efrînê çêke.
Derhîner Zekeriya Efrîn di nava 6 mehan de ev hemû dîmen û êşa Efrîniyan kom kiriye..
Belgefilmê bi navê “Efrînê Evînê” li ser dagirkeriya Efrîn û hêviya vegera xelkê wê ye.
Gelek hunermend û helbestvan ji Şengal, û Ewropayê jî destek dane vê berhemê.
Mîna nivîskar û helbestvan Ezîz Xemcivîn, Hunermendê Ermen Ibrahîm Kêvo, hunermendê Şengalî Gare Sazkar û hinek hunermendên din.
Belgefilm li Brîtanyayê ji zimanê Kurdî wergerî Ingilîzî bûye û di demên pêş de wê li festîvalên navneteweyî bê pêşandan.