Berpirsekî çekkirina DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrezorê hate girtin.
Hêzên Asayîşê bi daxwiyaniyekê eşkere kirin ku hêzên wan yên taybet H.A.T di encamam operasyonê ev çetet girtin .
Hêzên Asayîşê têkildarî mijarê daxwiyaniek da û ev agahî li ser operasonê parve kir:
“Hêzên me û hevpeymaniya navdewletî çeteyekî DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrezorê girt.
Ew çete berpirsê cebilxane û çekan ,wate berpirsekî çekkirina DAIŞ’ê bû.
Çete di encama operasyonek teybet hat girtin, operasyon bêyî ti ziyan çêbibe bi ser ket.
Her wiha û kaxez û belgeyên ku sûcdariya wî çeteyî îsbat dikin hatin desteserkirin.”
Asayîşê eşekere kir ku hêzên me lêpirsînên destpêkê bi sûcdar re kirin.
Piştre li gorî rêzikname û yasayên di pratîkê de wî ji dadgeriyê re dişînin.