Agirbesta Hemas û Îsraîlê hat dirêjkirin

Rayedarekî Koşka Spî ragihand ku Îsraîl û Hemasê li ser dirêjkirina agirbesta li hev kirine. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê got, agirbest ji bo du rojên din hatiye dirêjkirin.

Rayedarekî Koşka Spî ragihand ku Îsraîl û Hemasê li ser dirêjkirina agirbesta li Xezeyê li hev kirine, lê agahiyên zêdetir neda.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî di rûpela xwe ya “X” de got:

“Di çarçoveya navbeynkariya domdar de, lihevkirinek pêk hat ku agirbesta mirovî ya li Xezayê du rojên din were dirêjkirin.

Ev yek bi rêka navbeynakariya Qeter û Misirê re pêk hat”

Her wiha diyar kir ku agirbest wê bi heman şert û mercên agirbesta berê be ku çar rojan dom kiribû.

Demek berê çavkaniyan gotibûn, Hemas hewl dide agirbestê 4 rojan dirêj bike, lê Îsraîlê qebûl nake.

Netanyahu: Wê piştî agirbestê êrîşên li ser Hemasê bidomin

Back to top button