Li Efrînê zarokek bi guleyên çeteyan hat kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji ber serketina Erdogan di hilbijartina serokkomariyê de gule teqandin.
Ji ber guleteqandinê zarokek hat kuştin û hin kesên din birîndar bûn.

Çeteyên ku rejima faşîst qirker a AKP-MHP’ê ku di şexsê Tayyîp Erdogan de hatine bi cîh kirin kiryarên xwe yê hovane didomînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber pêşketina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de gule li hewayê avêtin.

Di encama guleteqandinê de, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn.

Guleyên bê ser û ber hatin teqandin li ser banên malan û konên li bajêr ketin û di nava xelkên heremê de tirs çêkir.

Back to top button