Li Dêrik rimêlan û Reqa şano hatin pêşandan

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê li Reqa, Girkê Legê û Dêrikê şano hatin pêşandan.

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê, navenda çandê ya Reqayê şanoyek bi navê “Suheyl” a nivîskarê Iraqî Seid Hedabiye hat pêşkêş kirin.

Hevserokê Komîteya Çandê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fîras Remedan bi boneya Roja Şano ya Cîhanê axivî û bal kişand ser ronesansa çandî li Reqayê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê.

Fîras Remedan pêşengên şanoya Sûriyê Memduh Edwan û Ebdulselam Ecîlî bi bîr anî û ev roj li hemû şanoger, nivîskar, lîstikvan û derhênerên pîroz kir.

Koma şanoyê ya Şehîd Hêvî jî bi boneya roja şano û bîranîna şehîd û lîstikvanê şanoyê Yekta Herkol li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan şanoyek pêşkeş kir..

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şanoger Yekta Herkol hate pêşandan.

Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên navenda Dicle ya Çand û Huner jî beşdarî çalakiya şanoyê bûn..

Destpêkê sînevizyonek derbarê jiyana şanogrê Kurd Yekta Herekol de hate pêşandan..

Şanoya “Dayê çawa rizgar bû” ji aliyê koma Ava Mezin a girêdayî navenda Dicle ve hate pêşandan.

Back to top button