EYHEM EL-ABDULLAH LI ŞEDADÊ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Abdullah li goristana şehîdan oxir kirin.

 

Şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Abdullah dema li ser erka xwe şehîd bû.

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ber bi goristana Şehîdên Şedadê bi rê ketin.

Li goristanê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya wan dûbare kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hat veşartin.

 

Leave a Reply

Back to top button