Fuad Hisên çû Îranê, serfermandarê artêşa Îranê çû Iraqê

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên duh çû paytexta Îranê Tehranê û li gel rayedarên Îranê civiya û wê îro jî serdana wî dewam bike. Îro jî şandeyek bilind ya leşkerî ya bi serokatiya serfermandarê artêşa Îranê serdana Iraqê kir.

Di hevdîtina Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî û Fuad Hisên de Rohanî diyar kir ku hebûna hêzên Emerîka li Iraq, ziyan gihandiye ewlehiya herêmê û got, “derxistina hêzên Emerîka ji Iraqê û herêmê erka welatên herêmê ye ne ya Îranê ye.”

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîfî jî ji Fuad Hisên xwestiye ku Iraq bi fermî berpirsyartiya li hemberî êrişa Emerîka ya li ser Qasim Silêmanî bigire ser xwe.

Bi awayekî hemwext şandeyek bilind ya leşkerî a Îranê bi serokatiya Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê gihişt Bexdayê û Wezîrê Parastinê yê Iraqê re civiya.

Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, armanca serdanê hevkariya ewlehî, leşkerî û dosya kuştina Qasim Silêmanî û hevalên wî ye.

Back to top button