Şam: Pêvajoya jimartina dengan dest pê kiriye

Di nava bertek û nerazîbûneke Sûrî û navdewletî de, duh 26″ê Gulanê hilbijartinên serokatiya hikumeta Şamê li deverên wê bi rê ve çûn.

Hikumeta Şamê ragihand ku niha pêvajoya jimartina dengan dest pê kiriye.

NY jî teqez dike ku ev hilbijartin nerewa ne û nabin parçeyek ji prosessa çareseriya siyasî li Sûriyê.

Piştî dirêjkirina pêvajoya dengdanê ya hilbijaritên serokatiya hikumeta Şamê heta nîva şeva borî, komîteya bi navê “dadmendiya bilind a hilbijartinan” ku bi ser hikumeta şamê ve ye pêvajoya jimartina dengan ragihand.

Hilbijartinên navborî di nava redkirineke navxweyî û navdewletî ve bi rê ve çûn.

Li deverên jêr dagirkeriya dewleta Tirk û hin deverên başûrê Sûriyê bi xwepêşandanên şermezarkirinê helwest hatin dayîn.

Pedersen: Hilbijartin nabin parçeyek ji prosessa siyasî li Sûriyê

Nûnerê NY ji bo Sûriyê Geir Pedersen di civîneke Konseya ewlekariyê de diyar kir ku “ev hilbijartin ne parçeyek ji prosessa siyasî li Sûriyê ne û ne li gorî biryara 2254’an e.”

Beriya Pederson DYA û YE jî helwesta xwe zelal kiribû û wan jî bi “hilbijartinên nerewa” bi nav kiribûn.

Rûsya: DYA û YE bi awayekî pêşwext hilbijartin nerewa kirin

Rûsya li ser zimanê Balyozê erkên taybet li Wezareta Derve ya Rûsyayê Vladimir Churov  hewlsta aliyên navborî rexne kir û da xuyakirin ku “YE û DYA bi awayekî pêşwext hilbijartin nerewa kirin û nas nekirin.”

Piştî ku aloziya Sûrî dest pê kiriye, ev cara duyemîn e ku hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê tên lidarxistin.

Ji ber ku ev hilbijaritin di nava rewşeke ne-aram û ne-demokratîk de pêk tên, Çavdêr pêşbîn dikin ku careke din Beşar Esed serokatiya hikumeta Şamê bi dest bixe.

Back to top button