Nerazîbûnên gelên herêmê ên derbarê pêkanîna hilbijartinên serokatiya hikumeta Şamê dewam dike û herî dawî Şêx û Rûsipiyên bajarê Tebqayê van hilbijartinan red kir.
Rûspiyan bi daxuyaniyekê lidarxistina hilbijartinan di demekê ku xwîna gelê Sûriyê ji aliyê dagirkerên mîna Îran û Tirkiyê tê rijandin weke pêkenokeke bi nav kir.
Rûspiyan her wiha destnîşan kir ku ev hilbijartin tên wateya arandin û piçûkkirina gelên Sûriyê ji aliyê Beşar El-Esed ve.
Rûspiyan teqez kir, her kesê ku tevlî hilbijartinan bû ew jî dibe hevkarê rêjima Sûriyê .