Tîmên agirkujê li Dêrikê tedbîrên pêwîst girtin

Ji bo parastina mûsimê çinîna îsal, tîmên agirkujê yên Dêrikê tedbîrên pêwîst di rêya belavkirina erebeyên agirkujiyê li ser nuqteyan li herêmê, girt.

Erebeyên agirkujê li bajarokê Eyn Dîwar, Robariya, Şirketa Inma û şirketa Rodoko hatin belavkirin û wê 24 saetan amadebin.

Tîma agirkujiyê bi saziyên sivîl û leşkerî re têkiliyên xwe danî û hejmara telîfonên xwe li bajaran belav kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê û Endamê komîteya Awarte Şêrwan Xelîl diyer kir ku ajokarên erebeyan li gorî pêwîstiyan hatin perwerdekirin.

Şêrwan Xelîl ev tişt anî ziman:

“Hemû tedbîr û pêwîstî ji aliyê tîma agirkujiyê ve û bi hevkariya saziyên pêwendîdar hatin girtin da ku di dema şewat di nava zeviyan de derket, vemrînin.”

Back to top button