Tirkiye: Li dijî her êrîşeke li ser nuqteyên me em ê bêbersiv nemînin

Wezareta parstinê ya Tirkiyê ragihand ku, çi êrîş li ser nuqteyên wê yên çavdêriyê li Idlibê, bê bersiv namînin.

Wezaretê diyar kir ku, her 12 nuqteyên wan ên çavdêriyê dikarin bersiva her êrîşekê bidin.

Di êrîşên Rêjîmê li ser gundewarê Idlibê, 3 nuqteyên Tirkî hatin dorpêçkirin û li ser dirêjahiya salî 2 caran hatin topbarankirin.

Li ser erdê jî,pêşketina Rêjîmê li derdora Meret Numan a Idlibê bi nebûna balafiran lawaz bûye û komên çete destekeke mezin a leşkerî li wir bi cih kir.

Şerê li Sûriyê
“Balafirên bê mirov êrîşî balafirxaneya hemayê kirin”

Li aliyekî din jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, hêzên Rêjîmê li balafirxaneya Hemayê bersiv da êrîşên balafirên bê mirov.

Di heman çarçoveyê de, diyar kir ku, dengê êrîşên bi moşekan li ser balafirxanyê hat bihîstin.

Leave a Reply

Back to top button