Wîkîlîkis 4 belgeyên “OPCW” ku dibêjin madeya kilorê li Dûmaya Şamê nehtiye bikarnîn, belav kirin

Malpera Wîkîlîkis 4 belgeyên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî OPCW ku dibêjin madeya kilorê li Dûmaya Şamê nehtiye bikarnîn, belav kirin.

Bi riya tiwetteke li ser hisabê xwe yê Tiwetterê Malpera Wîkîlîkis 4 belgeyên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî OPCW belav kirin.

Li gorî van belgeyan, li bajarê Dûma yê Şamê ti bikaranîna madeya Kilorê, ku di encamê de sivîl bûbûn qurban pêk nehatiye.

Malperê û li gorî nameyeyên ku navbera endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de hatine şandin, diyar kir ku berpirsekî paybilin ê bi navê Sîpastiyan Biraha ferman daye ku raporên dijî encamên derbarê êrîşa kîmawî ku 7’ê Nîsana 2018an pêk hatine, ji erşîva Rêxistinê bikişînin û hemû şûnên vê belgeyê sîl bikin.

Meha borî jî Malpera Wîkîlîkis nameyeke elkitronîk a endamekî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî belav kiribû.

Di nameyê de hatibû eşkerkirin ku rapora Rêxistinê ya derbarê Dûmayê de rastiya êrîşa kîmawî vedişêre û agahiyên wê berevajî rastiya bûyerê ne.

Leave a Reply

Back to top button