118 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Rojnamevan Silêman Ehmed ê ku ji aliyê PDK’ê ve haiyê revandin ev 118 roj in agahî jê nayê girtin.

Silêman Ehmed rojnamevanekî ji rojavayê kurdistanê ye.

Erka wî di ajansa Rojnews’ê edîtorê beşa Erebî bû.

Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Her wiha PDK’ê rê nade ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

117 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button