Pêngava komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Li Til Temir pêngava berhevkirina îmzeyan didome.Jinên li navçeyê diyar kirin ku azadiya jin û civakê bi azaidy Rêber Apo pêkane û wiha anîn ziman: Em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo dibînin Bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” emê pergala Îmraliyê bişkînin.

Îsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 22’ê Çileyê de li dijî tecrîda li dijî Rêber Apo dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir.

Wê hemle heta 24’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê bidome.

Li navçeya Til Temirê bêtirî 30 komîte hatine derxistin û li 134 gundên navçeyê, gundên Çiyayê Kizwanan îmze hat komkirin û hîn jî didome.

Lê belê ji ber xeteriya heyî ev komîte nikarin derbasî 23 gundên xeta cebheyê bibin.

Her wiha 32 gundên navçeyê jî di bin dagirkeriyê de ne.

“Em ê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” pergala Îmraliyê bişkînin”

Têkildarî pêngavê jinên li navçeya tir Temir diyar kirin ku hemû netew bi baweriya Rêber Ocalan dikare kirîzan çareser bike û mifteya aştiyê di destê wî de ye,

Back to top button