Ihsan Zelmî: PKK ji bo doza gelê xwe ya rewa têdikoşe

Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê û piştgiriya bi wê re berfireh dibe. Berpirsê Peywendiyên Siyasî yê Komela Dadgerî Kurdistan Ihsan Yasîn Zelmî piştgiriya xwe ya bi kampanyayê re nîşan da û diyar kir ku PKK ji bo doza rewa ya gelê xwe têdikoşe. 

Di 13’ê Kanûna 2021’an kampanyayek ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hat ragihandin.

Kampanya niha li seranserî Cîhanê bi piştgiriyeke mezin dewam dike.

Derbarê mijarê de Berpirsê Peywendiyên Siyasî yê Komela Dadgerî Kurdistan Ihsan Yasîn Zelmî axivî û got:

“PKK piştgiriya doza rewa ya gelê xwe dike û divê ji lîsta terorê bê derxistin.

Ihsan Yasîn Zelmî piştgiriya partiya xwe ji kampanya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan re jî nîşan da û got:

“Ocalan dikare di qada siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de guhertinan bide çêkirin.”

Back to top button