Bernameya pîrozbahiya Çarşema Nîsanê hate eşkerekirin

Bernameya pîrozbahiya Çarşema Sor ji aliyê komîteya amadekar ve hate eşkerekirin. Komîteyê bang li tevahiya civaka Êzidî kir ku bi cil û bergên xwe yên resen beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Li Şengalê di 20’ê Nîsanê de wê bi pêşengiya PADÊ cejna Çarşema Nîsanê bê pîrozkirin.

Komîteya amadekar di vê derbarê de daxuyaniyek da..

Daxuyaniya komîteya amadekar de wiha hat gotin:

“Em bi hêvîne ku ev cejin bibe wesîleya yekitî, azadî û serkeftina gelê me.

Ji bo peyamekî bihêz em bidin dijmin, em bidin diyakirin ku Şengal xwedî îradeye û jiyan li ser vê axa pîroz berdewame.”

Li gorî komîteyê bername wihaye:

Di saet 13:00’an li Geliyê Kiwersê bi pêşngiya PADÊ bername bi def û şibêbên olî û peyama Oldarên Êzdiyan destpê dike.

Li ser navê sazî û dezgehên Şengalê peyamên pîrozbahiyê wê werin dayîn.

Wê hunermend jî tevlî pîrozbahiyê bibin.

Back to top button