Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome

Hêzên QSD operasyonaXurtkirina Ewlehiyê” didomînin.
Piştî Dîban hêzên operasyonê dest bi paqijkirina gundê Teyana kirin.
Çeteyên li Dêrazorê û rojhilatê Firatê goristana şehîdan, malên gundiyan, saziyên stasyona avê û şaredarî talan kirin.
Hemwextî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” Hêzên Asayişê hewldaneke reva malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê têk bir.

Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ku li Dêrazorê li dijî çete û bazirganên hişbirê hatiye destpêkirin dewam dike û ber bi dawiyê ve diçe.

Çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û çeteyên girêdayî hin hêzan êrişî nirxên herî pîroz ên civakê û goristanê kirin..

Li Dêrazorê şopên wêrankariya çeteyan

Li her gundên ku tê de bi cih bûbûn alavên saziyên xizmetguzariyê yên gel dizîn û xirab kirin.

Piştî ku gund ji çeteyan paqij bûne, dîmenên hatine girtin talana çeteyan nîşan didin.

Di nav 12 rojên operasyonê de hin şopên wêrankariya çeteyan:

  • Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî Goristana Şehîdên Firatê ya li bajarokê Hecînê û mizgefta Şiêtat talan û wêran kirin.

Goristana Şehîdên Firatê ya li Hecînê 2020’an hate avakirin. Di goristanê de cenazeyên 16 şervanên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hene.

  • Li gundên Şihêl û Dîban çeteyan malên gundiyan û saziyên xizmetguzariyê wêran kirin.
  • Li bajarokê Dîban stasyona avê ji aliyê çeteyan ve hat talankirin û xirabkirin.

Gelek alavên stasyonê hatin dizîn û stasyon ji xizmetê derket.

  • Li Gundê El-Curzî gelek alavên şaredariya gel ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn û şikandin.
  • Li bajarokê Bisêrayê jî çeteyan zirerên madî bi saziyên avê û şaredariyan kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD 12 roje Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dijî van binpêkirinan daye destpêkirin.

Aramca sereke a Operasyonê vegerandina ewlehiya herêma Dêrazorê û welatiyan e.

Hol-Asayişê hewldaneke reva malbatên DAIŞ’î têkbir

Hemwextî operasyonê, Hêzên Asayişê Komeke ji 12 jin û 7 zarokên DAIŞ’ê ku hewl dan ji Kampa Holê birevin têk bir.

Li gor çavkaniyan, ew kom bi rêya erebeyekê ku bi rêxistineke mirovî ya di nav kampê de kar dike, xwestin birevin.

Back to top button