Şervanên QSD bajaroka Dîbanê ji çeteyan paqij kir

Di çarçoveya Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li dijî çeteyan û bazirganên hişbirê de Bajaroka Dîbanê yê Dêrazorê jî hat paqijkirin.
Dîban devera dawî ya kombûna çeteyan bû.
Paqijkirina wê, bû têkbirina plana mezin a li dijî QSD’ê û gelê herêmê.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbasî bajarok bû.

Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê got “Hêzên me operasyona paqijkirina Dîbanê bi dawî kirin.”

Bajaroka Dîban a li ser çemê Firatê, cihê dawî yê kombûna çeteyan bû.

Piştî paqijkirina Hewayic, hemû komên çete ku ji Bisêra, Şihêl reviyan û ji rojavayê firatê derbas bûne, li vê deverê kom bûbûn.

Bidawîkirina çeteyan li Dîbanê, serketina Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bû.

Nexasim ku ew cihê sereke yê serkêşê fitineyê “Ibrahîm El-Hifil” bû.

Lewra, paqijkirina wê, pûçkiririna hemû planên mezin yên li dijî QSD’ê û gelên herêmê bû.

Li dû wê jî aliyên derve hene.

Wekî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got, “armanc, derxistina QSD’ê û kontrolkirina Dêra Zorê ye”

Di roja 11’an a operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şervanên QSD’ê bajarokê Dîbanê bi temamî paqij kir û hemû pilan pûç kirin.

Di nav 11 rojên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de, ji sedî 95 herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê ji çeteyan hatine paqijkirin, Gelek çete hatin kuştin û girtin.

Back to top button