Piştî peymana navbera Îmarat û Israîlê, 5 welatên Ereban xwe amade dikin ku bi Israîlê re pêngavên normalkirinê bavêjin.
Li gorî çapemeniya Israîlê, 5 welatên Ereban yên di nava yekîtiya Ereband de cihê xwe digirin, piştî peymana Îmarat û Israîlê amadekariyên normalkirina rewşa heyî dikin.
Di nûçeya The Jerusalem Post ku hatî weşandin de jî peymana navbera Îmarat û Israîl weke texteya ceribandinê tê dîtin.
Li gorî nûçeyê, Erebîstana Siudî, Qeter, Fas, Umman û Bahreyn jî wê di nava mehên pêş û rewşa peymana herdu alîyan de wê biryara xwe bidin.
Ji xwe welatên ku despêkê piştevaniya xwe ji peymanê qala wê tê kirin re nîşan dayî, Umman û Bahreyn bûn.