Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humisê 18 leşker û alîgiryên rejîmê hatin kuştin

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên veşartî, duh li çolistana Homsê êrîşî hêzên rejîmê kir, di encamê de18 leşkerên rejîmê û 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku “çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sexna li gundewarê Homsê êrîşî hêzên rejîm û alîgirên wê kir”.

Di encamê de, şerekî giran di navbera herdu aliyan de rû da.

Hat ragihandin ku,18 leşkerên rejîm û alîgirên wê hatin kuştin.

Her wiha, herî kêm 11 çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji 24 Adara borî de, 401 leşkerên rejîma Sûrî li ser destê DAIŞ’ê hatine kuştin.

Her wiha, ji wan jî 135 çete hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên me yên herêmî jî, hîna dem bi dem, pevçûn li çolistanê derdikevin.

Back to top button