Corona..Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî dicive

Konseya Ewlekariya Navdewletî îro civîna xwe ya yekemîn têkildarî vîrûsa Coronayê li dar dixe.

Piştî ku di hefteyên borî de vîrûsa Coronayê gelek nakokî di navbera 5 welatên dayîmî li Konseya Ewlekariyê derxistin, îro Konse dicive.

Hat ragihandin ku civîn wê bi riya dîmenên vîdyoyê be.

Ev cîvîna ku dê bê lidarxistin hemwextî dewamiya nakokiyên navbera endamên Konseyê de pêk tê.

Tê zanîn ku nakokiyên heyî jî derbarê jêdera vîrûsa Coronayê ye ku Amerîka welatê Çînê weke jêdera Coronayê bi nav dike ye.

Lê ev yek bi awayekî tund ji aliyê Çînê ve tê redkirin.

Hefteya borî jî 9 welatên endam ên Konseya Ewlekariyê daxwaza civîneke bi amadebûna sekreterê giştî yê NY António Guterres kiribûn.

Back to top button