Istixbarta Tirk 5 sivîl ji gundê Kotana yê Bilibilê revandin

Ev zêdeyî 2 salane ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku Efrîn dagirkirine, planên xwe yên guhertina demugrafî dixe meryetê.

Îstixbareta dewleta tirk a dagirker careke din bi ser gundekî navçeya Bilibilê ya Efrînê de girt û 5 sivîl jî revandin. Dagirkeriyê ji bo talankirina dîroka Efrînê, şûnwarên navçeya Mabata talan dikin.

Şênî, xweza û dîroka Efrînê her roj rastî kirariyên hovane yên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tên.

Dewleta Tirk bi van binpêkirinan, hewil dide bi lez demografiya Efrînê bigihure.

Semiye Elo

Ebdireheman Mistefa

Reşîd Mistefa Îbo

Mistefa Ehmed Îbrahîm (80)

Ebdilhemîd Şêxo (82)

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku Istixbarata artêşa Tirk bi ser gundê Kotana yê navçeya Bilbilê girt, û 5 sivîl revandin.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kir ku li navçeya Cindirêsê yê Efrînê çeteyan, şêniyê bi navê Elî Heyder Ebdo revand.

Çete ji bo berdana Ebdo 10 Milyon L.S fidiye ji malbatê xwestin.

 

Li Efrînê dagirkeriya Tirk şûnwar û riya tirênê ya hesin taln dike

Dîrok û xwezaya Efrînê jî ji aliyê dagirkeran ve tê talan û wêrankirin.

Rêxistina mafê mirova a Efrînê ragihand ku çeteyan devera Ziyaretê ya şûnwarî ya li nêzê gundê Hisê yê navçeya Mabata, dikolin û talan dikin.

Çeteyan darên zeytûnê yên temenê wan nêzî 400 sal in jî birîne.

Rêxistinê da zanîn ku ev dever di nav xwe de şûnwarên Bîzans û Romanî dihewîn û heya niha jî kolandin lê didome.

Navanda çavdêriyê a mafê mirovan a Sûrî jî diyar kir ku li Efrînê çeteyan rêya Tirênê ya hesin ji stesyona Yekemîn heya stsona Meydan Ekbez xerakirine û hesin û darê wê jî dizîne.

Back to top button