Ibrahîm Biro êrîşî destkeftiyên Rêvberiya Xweser dike

Dîsa û weke her tim, berpirsekî ENKS’ê mîna ku berdevkê Erdogan be axaftinên bi armanca tevlîhevî û fitneyê deheqê Rêvberiya Xweser de kirin.

Ibrahîm Biro di hevpeyvîneke li gel televizyoneke girêdayî PDK’ê de xwest bi gotinên xwe projeya Rêveberiya Xweser careke din derb bike.

Mîna ku berdevkê Erdogan be, kîn û acizbûna wî ya li hember destkeftiyên Rêvberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewqasî diyar dibe.

Ibrahîm Biro jî mîna her aliyên ku dijminatiya projeya Rêveberiya Xweser, biratiya gelan dikin, hewl didin ev projeya ku bi salan e bi awayekî serketî bi rê ve diçe, têk bibin.

Herî dawî jî ev hewildan li Minbicê xuya bûn, ku xwestin tevlîheviyê navbera pêkhate, gel û rêvberiya Xweser de derxînin, lê belê hemû jî bi hevgirtin û girêdana gel bi Rêveberiya Xwser re têk çûn.

Back to top button