Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê parkek bi navê Cizîrê li Minbicê vekir.
Di merasîmê vekirina parkê de şênî, endamên Rêveberiya Sivîl a Minbicê beşdar bûn.
Di merasîmê de cîgira hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Minbic û gundewarê wê Medya Ehmo axivî û got:
“Erka me parastina jîngehê û têkbirina nexweşî û afatan e, ji ber vê yekê me bi hevkariya Komîteya Jîngehê Parka Damin an ku Cizîrê ji nû ve sererast kir û vekir.”
Medya Ehmo banga parastina parkan û cihên giştî kir.
Hevseroka Komîteya Jîngehê Yusra Xalid anî ziman ku avakirina parkan plansaziya wan a bingehîn e .
Deriyê parkê ji aliyê xwişka şehîd Salih El Fewaz, Fatma El Fewaz ve hat vekirin.
Di dawiyê de koma navenda çand û hunerê stran pêşkêş kirin.