Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên hêzên rizgariya Efrînê de, li Efrînê 5 çete û leşkerekî dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiya li gundên navçeya Şera ya Efrînê bi daxuyaniyekê ev agahî dan:
22 Cotmehê li gundê Meryemîn yê navçeya Şera li dijî çeper û baragehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker hêzên rizgariyê çalakiyek pêk anîn.
Di encamê de barageha çeteyan bi temamî hat rûxandin, 5 çete hatin kuştin û çekên wan jî ketin destê hêzên rizgariyê.
Hêzên Rizgariyê diyar kirin ku 11 Cotmehê li gundê Meryemîn li dijî baragehekî artêşa Tirk hêzên wan çalakiyek pêk anîbûn û 2 leşkerên dewleta tirk bi giranî birîndar bûbûn.
Hêzên rizgariyê ragihand ku ji leşkerên birîndar yek jê miriye.