128 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 128 rojin agahî jê nayê girtin.
Tevî hemû bertek û bangewaziyê azadiya wî, PDK’ê binpêkirinên xwe didomîne.
PDK’ê ji bilî bêdengiya xwe, rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê bi wî re bikin.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 128 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Piştî revandina Silêman, PDK’ê bi daxuyaniyek nerast eşkere gefa cezakirinê li wî kir.

Ajansa Rojnews’ê van tometbariyên nerast yên PDK’ê şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.

Ji wê demê heta niha jî ji bilî daxuyaniyê tiştek derbarê rewşa Silêman ne hatiye ragihandin.

Her ku dem derbas dibe, guman û metirsiya li ser jiyana wî zêde dibe.

Derbarê revandina Silêman Ehmed de, parêzer Nerîman Ehmed axivî û bi daxuyaniyekê ji ajansa Rojnew’ê re wiha got:

“Tevî hemû hewldanên me ji bo hevdîtinê, PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê li gel bikin.”

Herî dawî jî 2’ê Çileyê tîma parêzeran ji bo hevdîtinê serdana dadgehê kirin, lê careke din hatin astengkirin.

127 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button