Mîhrîcana 3’emîn a Şehîd Bawer Agir li Kobanê bi pêşandina stran û şanoyan bi dawî bû.
Mîrhîcana 3’yemîn a Şehîd Bawer Agir ku roja çarşemê bi diruşma “Bi rihê fedayitiya gerîla çanda şoreşgerî pêş bixin û azadiya rêber Apo misoger bikin” li bajarê Kobanê dest pê kiri bû.
Li Kobanê, Reqa, Minbicê gelek komên hûnerî yên ciwanan beşdarê Mîhrîcanê bûn.
Doh di roja duyemîn a mîhrîcanê bi pêşbaziyên werzîşê wek bez û duçerxeyê pêk hat.
Piştre hunermend Şêx Nebî Baqî Xido hin stran gotin.
Piştre şanoyek ji aliyê komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê ve hat pêşandan.
Mîhrîcan bi girtina govendê bi dawî bû.