Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê doh êvarê li navçeya Amûdê meşek li dijî hevkariy PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li dar xist û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Meş ji pêş navenda Tevgera Ciwanan a li navçeyê dest pê kir û heta Qada Şehîd Cîhad dewam kir.
Ciwanan di meşê de dan xuyakirin ew ê li dijî êrişan bêdeng nemînin.
Ciwanan piştgirî dan berxwedana gerîla û gotin:
“Ev êriş ji bo têkpirina projeya Neteweya Demoqratîk li dijî gerîla pêk tê.”
Di heman demê de dewleta Tirk û hevkarên wê bi van êrişan hemû azadîxwazan ji xwe re dike armanc.”
Ciwanan piştrast kir ew li gel gerîlan e û li idjî van êrişan ew ê bi erka xwe rabin.