419 koçberên din ji Belarûsê vegeriyan Başûrê Kurdistanê

Vegera Koçberên Başûrê Kurdistanê ku ev demeke di navber sînorê Polonya û Belarûsê de asê mabûn didome. Vê êvarê 419 koçberên din vegeriyan başûrê kurdistanê.

Vê êvarê koma koçberan bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê gihişt Başûrê Kurdistanê

Ev kom ji 419 koçberan pêk tê..

Di 2’ê mehê de jî 427 koçberên li ser sînorê Belarûs- Polonya hatibûn vegerandin..

Li gorî daneyên Fermî ya Saziya Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, heta niha 2 hezar û 722 koçberên Kurd vegeriyane.

Back to top button