HPG: Li herêma Zapê 2 leşkerên dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Arteşa Tirk a dagirker jî 7 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin.MIX

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

li gorî vê; Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

25’ê Kanûnê li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di heman rojê de Li herêma Xakurkê jî;

Tîmên gerîlayan yên gerok li Qada Berxwedanê Girê Şehîd Axîn a Xakurkê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

Her wiha li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan jî tîmên YJA Starê bi çekên giran li leşkerên tirk ên dagirker dan.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

HPG: Arteşa Tirk 7 caran bi çekên kîmyewî êriş kir

HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeran jî agahî dan û got:

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 7 caran bi çekên kîmyewî

4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirine.

Back to top button