HDP li pêş Wezareta Dadê ya Tirkiyê çalakiya li dijî tecrîdê didomîne

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya kurdan û bang li Wezîrê Dadê kir ku pêşî li hevdîtina parêzeran veke.

Çalakiya nobedê ya parlamenterên HDP’ê ku bi daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re li ber Wezareta Dadê ya li Enqere dane destpêkirin, di roja 4. de dewam kir.

Parlamenterên HDP’ê ên îro ber bi Wezaretê ve meşiyan, li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê polisan pêşî li wan girt..

Polîsan ji parlamenteran re gotiye ku wan “ferman” girtiye ku destûr nedin parlementer biçin ber Wezaretê.

Li ser vê yekê, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel li ber deriyê Meclisê daxuyanî da û got:

Tayîp Temel: Em ê bi biryardarî nobeda xwe bidomînin

“Îro em bi rewşeke din a astengkirinê re rûbirû man.

Em li vir ji bo protestokirina bêhiqûqî, kêfî û pêkanînên dijhiqûqî li ber xwe didin.

Li ser tecrîd û rewşa krîtîk a li Îmraliyê em ê îro li Meclisê daxuyaniya xwe ya berfireh bidin.

Em ê di vê nobedê de bi israr û biryar bin. Divê her kes vê bizanibe.”

Tayîp Temel: Tecrîd veguheriye dijminatiya Kurdan

Temel anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya kurdan û wiha domand:

“Komkujiya li Parîsê, êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê, betalkirina parlamenteriya Semra Guzel û hemû êrişên li dijî kurdan, encamên polîtîkaya dijminatiyê ne..”

Tayîp Temel: Divê Wezîrê Dadê peşî li hevdîtina li Îmraliyê veke

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel di dawiyê de diyar kir ku divê parêzer demildest biçin Îmraliyê û ev bang kir:

“Divê pêşî li hevdîtina bi aktorê çareseriyê re bê vekirin.

Pêwîste fikarên gelê kurd û dostên wan ji holê bên rakirin.

Berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û saziyên vê desthilatê ne.”

Back to top button