Gelek jinan li Reqayê û gundewarê wê, sûcê kuştina mamoste Nûra El Ehmed û zaroka wê şermezar kir.
Her wiha banga birîna cezayê herî giran li dijî gunehkeran kir.
Li Reqayê di 16`ê Çileyê de, jina ducanî Nûra El Ehmed û zaroka wê ya 8 salî hatin kuştin.
Şêniyên bajêr li hember vê bûyerê bi hêrs bûn û banga birîna cezayî herî giran li sûcdaran kir.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Ebîr El Nafii got :
“Bûyer cihê şermê ye ..
Divê aliyên têkildarî cezayên herî giran li sûcdaran ferz bikin.”
Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a bajarokê El Ekêrşî, Asya El Elî jî dibêje :
“Sûcê ku hat kirin sûcekî hovane bû ..”
Berdevka Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Zehra El Şilaş jî got :
Divê hesab ji sûcdaran bê xwesin ..