“Nêzîkbûna Şam û Enqera dê Sûriyê perçe bike”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid derbarê nêzîkatiyên di navbera Şam û Enqera de axivî..
Hemdan El Ebid diyar kir ku Lihevhatina dewleta Tirk û hikumeta Şamê dê bi parçebûna Sûriyeyê bi encam bibe.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên lihevanîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk red dike ..

Wek xetereyekê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dibîne.

Li herêmên dagirkirî jî li dijî nêzîkbûna her du aliyan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li aliyekî din jî Amerîkayê çendîn car bi şêwazên cûda, bertek nîşanî hewildanên lihevkirina Enqere û Şamê da ..

Li beramberî vê yekê jî Rêveberiya Xweser diyar dike ku aloziya Sûriyeyê bi diyalogên bi hikumeta Şamê re çareser dibe ..

Têkildarî mijarê Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid nirxandin kir..

Hemdan El Ebid anî ziman ku divê çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin û got :

Rêveberiya Xweser ji destpêka ku hatiye avakirin ve çareseriya sûrî-sûrî hilbijartiye..

Bi şerê çekdar na, lê bi rêya diyalogên navxweyî aloziya Sûriyeyê çareser dibe.”

El Ebid rola Rûsyayê ya di aloziya Sûriyeyê de û serhişkiya hikumeta Şamê rexne kir û wiha domand:

“Serhişkiya hikumeta Sûriyeyê û destwerdanên dewletên herêmî, Sûriyeyê ji çareseriya siyasî dûr xist.”

El Ebid nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de red kir û got:

“Ev nêzîkbûn wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe.

Gelê Sûriyeyê jî vê parçebûnê qebûl nake.”

Back to top button