Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir, rûxmê hemu êrişên dewleta Îranê jî di roja 101’emîn de didome.
Li aliyê din dewleta Îranê careke din rakirina laçikên serê jinan weke karê dijmin pênaser kir.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve di roja 101’emîn de didome.

Gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di daxwaza azadiyê de bi îsrare.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 101. de didome

Li dijî vê yekê hêzên dewletê jî bi tundî êrişan didomîn.

Duh li Bûkanê dema hemwelatiyan beşdarî merasîma çil rojiya şehîdên Serhildanê bûn, rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê hatin.

Di encama êrişê de 2 welatiyên Bûkanî birîndar bûn.

Bi heman awayî li bajarê kamîranê jî merasîma Çil rojiya şehîdên serhildanê hebû. Gelê ku beşdarî merasimê bûn bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bimre dîktatror’ berz kirin.

Li Îranê bê lacikî weke sûcekî giran hat pênasekirin

Li aliyê din serdozgerê giştî yê Îranê Mihemed Cefer Montazêrî der barê lacikan de axivî û diyar kir ku rakirina lacikan li serê jinan de karê dijmine û ewê bi tu awayî vê yekê qebûl nekin.

Her wiha Montezêrî diyar kir kesên ku bê lacik tevlî xwepêşandanên seranserê welat bûye sûcêkî eşkere pêk anîn.

Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Îranê hêjî guh nedaye daxwazên gel û hewil dide serhildana gel bitepisîne.

Back to top button